19 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
ERZURUM
Hat ragihandin ku li Erzirûm, Qers, Agirî, Îdir, Erzincan û Erdexanê ku li rojhilatê Anadoluyê dikevin, li benda taviyê ne.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hat wergirtin, ji bo bakurê rojhilatê Anadoluyê li bendê ne ku heya êvarê tavî hebe.
Piştî êvarê jî tê texmînkirin ku hewayê kêmewr û sayî be.
Di germahiya hewayê da jî guherîneke muhîmê çênebe. Germahî dê li Erzirûmê herî zêde 20 herî kêm 11, li Qersê herî zêde 19 herî kêm 8, li Agiriyê herî zêde 22 herî kêm 11, li Îdirê herî zêde 28 herî kêm 15, li Erzincanê herî zêde 27 herî kêm 14 û li Erdexanê herî zêde 20 herî kêm jî 5 pile be.