17 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Mehmet Arslanê (67) ku li taxa Işiklara Bismila navçeya Diyarbekirê dijî û jê ra "Hemo Axa" tê gotin, ji 5 jinan 56 zarokên wî û 200 neviyên wî hene.
Îro 60 neviyên Arslan karneyên xwe sitendin û Arslan ji ber vê gelek kêfxweş bû.
Xwendekarên Dibistana Seretayî ya Işiklarê ku paşnavê piraniya wan Arslan e, karneyên xwe sitendin.
60 xwendekarên dibistanê îro him ji ber ku karneyên xwe sitendin kelecanî bûn û him jî di nav vê kelecaniyê da ji bo destê kalê xwe yê ku jê ra dibêjin "Hemo Axa" maçî bikin ketin dorê.
Arslanê ku ji bo neviyên xwe hatibû hewşa dibistanê him kêfxweş bû ku neviyên wî karneyên xwe sitendin û him jî çoqlete û diyariyên cur bi cur da neviyên xwe yên ku destê wî maçî kirin.