KILÎS
Xwendekarên penaber ên ji Sûriyeyê yên ku di konbajarê Oncupinarê ya li Kilîsê dimînin karnameyên xwe sitandin.
4 hezar û 12 xwendekarên ku Li konbajarê ji bo penaberên ku ji ber şerê li welatê xwe revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê dimînin karnameyên xwe sitandin.
Mehmet Alî Eruçanê berpirsiyarê perwerdeya kampê di merasima belavkirina karnameyan da diyar kir ku xwendekarên ji Sûriyeyê li gor mifredata welatê xwe û bi zamanê xwe perwerde dîtin. Eruçan got daxwaza wan ew e ku penaberên mevan di demeke kurt da vegerin welatê xwe û wiha axivî: "Em xwendekarên penaber ji zarokên xwe cuda nabînin."
Midûrê xwendingehê Faruq Mihemed Elî jî destnîşan kir ku hikûmeta Tirkiyeyê hemû alîkariyan dide wan.
Xalid Îbrahîmê xwendekar jî got ji ber ku karnemaya xwe sitandiye gelek kêfxweş e.