Utku Şimşek
11 Hezîran 2023•Rojanekirin: 13 Hezîran 2023
Nêzîkî 19 milyon xwendekarên di pêşdibistan û dibistanên seretayî û navîn da dixwînin, wê 16ê Hezîranê roja înê karnameyên xwe hildin û bikevin betlaneya nîvê salê.
Perwerdeya 2022-2023yan ku di 12ê Îlona 2022yan da dest pê kir, roja înê kuta dibe. Betlaneya navberê ya serdema yekem di 14-18ê Mijdara 2022yan da, betlaneya naberê ya serdema duyem di 17-20ê Nîsana 2023yan da hat kirin. Serdema duyem di 6ê Sibata 2023yan da dest pê kir û wê 16ê Hezîrana 2023yan roja înê kuta bibe.
Ji bo xwendekarên herêma erdhejê li 10 bajaran ku navber dabûn perwerdeyê, wê di 1ê tebaxê-1ê îlonê da perwerdeya telafiyê were kirin.