Selma Kasap
04 Hezîran 2023•Rojanekirin: 04 Hezîran 2023
Di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyê (LGS) da her du rûniştinên ezmûna navendî ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) dide kirin, temam bûn. Ezmûn ji bo milyonek û 246 hezar û 429 xwendekarên pola 8emîn hat kirin.
Ezmûn di du rûniştinan da hat kirin û rûniştina wê ya yekemîn di saet 09.30î da dest pê kir. Di rûniştina saet 09.30î da ji Tirkî, Dîroka Şoreşê ya T.Cyê û Ataturkvanî, Agahiyên Çand û Exlaqa Dînî û Zimanê Biyanî 50 pirs wê ji xwendekaran hatin pirsîn û dema bersivandina pirsan 75 deqîqe hat dayîn.
Rûniştina duyem ya ku tê da pirsên hejmarî hatin pirsîn jî di saet 11.30î da dest pê kir û 40 pirs hatin pirsîn. Dema vê rûniştinê 80 deqîqe hat tayînkirin. Di navbera her du rûniştinan da 45 deqîqe navber hat dayîn ku xwendekar derketin baxçe û bêhna xwe dan.
Encamên ezmûnê wê di 26ê Hezîranê da li ser navnîşana înternetê ya www.meb.gov.tr werin îlankirin
Xwendekarên neketin ezmûna LGSyê wê bicihkirina herêmî di lîseyan da werin bicihkirin.