23 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Recep Aydin Kayayê ku di kuçeyên li nîvgirava dîrokî da bi ked û hewla xwe va hemaliyê dike dibêje "Xwedê barê ku mirov ji bin dernakeve nade mirov" û bi salan e hemalî ji xwe ra kiriye kar.
Hemal Kaya di demên diçû dibistana seretayî da bi dirûşmeya "5 îskan av bi 5 qurişî" va dest bi bazirganiyê kir û di heyama diçû dibistana navîn da jî piştikê hemaliyê ji bavê xwe stend û digel hemaliyê ji Lîseya Bazirganiyê ya Kabataşê jî mezûn bû. Piştî lîseyê Kaya Akademiya Îlmên Bazirganî ya Stenbolê qezenc kir lê ji ber pirsgirêkên siyasî yên wê demê navbera wî û xwendekarên dijfikrê wî baş nebû û ji ber vê û piştî derbeya 1980yî xwendina xwe di nîvî de hişt û çû esker.
Malbata Kaya ji xeynî dê û bav ji 7 xwîşk û birayan pêk dihat û debar li ser pişta bavê ku malxwê malê bû, lê ew ji heqê vê nedihat der û Kaya piştî ji esker vegeriya piştikê hemaliyê careke din hilda û ji wê rojê û vir va jî berneda.
Bi pereyê ku qezenc kir va sîgorteya bavê xwe çêkir û ji bo ku birayên wî jî esnafiyê bikin ji wan ra dikan vekir lê piştî ku gelek esnafan ji Sultanhamamê bar kir karê Kaya gelekî kêm bû û niha bi alîkariya nas û dostan debara xwe dike.
Hemal Kayayê ku 58 salî ye di ciwaniya xwe da texsîr nedikir û 380 kîlo bar di carekê da radikir lê niha li bendê ye ku rojên xwe tije bike, teqawid bibe û naxwaze ku ew bibe barê ser pişta kesî.
Kaya got ji bo wî eva meslega anor e û wiha axivî: "Hemalî ew e ku meriv eşyayekî an jî barekî bibe û bîne. Xwedê barê ji quweta meriva zêdetir nade. Heta ku quweta meriva têrê bike meriv dikare vî karî bike. Wek mayîn kî bixwaze nikare vî karî bike û bibe hemal."
Kaya got, "Îtibar û merivtayî serwetek e ku qet xilas nabe" û diyar kir ku ev 20 sal e bi pereyê ku qezenc dike va pêjgîr, lepik, gore û kiravatan dikire û diyarî dostên xwe dike.
Kaya destnîşan kir ku tûrê xwe yê xelatê tu carî ji xwe naqetîne û dema ku diçe nargîleyê bikişîne van xelatan diyarî hin kesan dike û wiha got: "Destê dayînê ji destê vekirî bixêrtir e." Kaya diyar kir ku xelatdayînê wek wezîfeya biratî û nêzîkatiyê dibîne.
"Gotin tu hemal î û qîz nedan min"
Kayayê ku ji ber meslegê xwe hetanî îro qet nezewiciye wiha axivî: "Gotin tu hemal î û qîz nedan min. Min jî ev xiste meselaya heysiyet û anor. Min hewaleyî Xwedê kir. Ya rastî dema ku meriv dîtibe û paşê jî winda dike êş û jana wê zêde ye. Nesîbê herkesî nîne ku vê fehm bike. Were serê kê ew dizane."
Gasedîn Karamanê xebatkarê çayxaneya ku Recep Kaya lê rûdinê jî destnîşan kir ku ji sala 1987an vir da Kaya nas dike û wiha got: "Tûrê wî di destê wî da ye. Her tim xelatan dide kesên ku nas dike an jî qîmetê didê."