Spor

Di 47emîn Maratona Stenbolê da ji mêran atlet Kilimo ji jinan jî atlet Aderra bûn yekem

Metin Arslancan  | 02.11.2025 - Rojanekırın : 02.11.2025
Di 47emîn Maratona Stenbolê da ji mêran atlet Kilimo ji jinan jî atlet Aderra bûn yekem

Istanbul

Di 47emîn Maratona Stenbolê da ji mêran Rhonzas Lokitam Kilimo bi ser ket

Di 47emîn Maratona Stenbolê ya Turkiye Îş Bankasi (Banqeya Kar a Tirkiyeyê) da ya ji hêla Spor Îstanbula îştiraqa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat lidarxistin, ji mêran atletê Kenyayî Rhonzas Lokitam Kilimo bi ser ket.

Maratona Stenbolê ji bo cara 47em bi rê va çû. Atletê Kenyayî Rhonzas Lokitam Kilimo di 2 saet û 10 deqîqe û 12 saniyeyan da parkûra 42,195 kîlometreyî reviya û bû yekem.

Şampiyonê par Dejene Debelayê Kenyayî jî bi pileya xwe ya 2 saet û 10 deqîqe û 23 saniyeyî va bû duyem.

Her wiha Sufaro Woliyiyê Etiyopyayî jî bi pileya xwe ya 2 saet û 10 deqîqe û 26 saniyeyî va jî bû sêyem.

- Di 10ên ewil ên da du atletên neteweyî

Di Maratona Stenbolê da du atletên neteweyî jî ketin nav 10 kesên ewil.

Huseyîn Canê ku par bûbû şeşem îsal bi pileya 2 saet û 10 deqîqe û 58 saniyeyî va bû pêncem, Halil Yaşin jî bi pileya 2 saet û 19 deqîqe û 50 saniyeyî va bû nehem.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.