23 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
ANKARA
Şûraya Bilind a Leşkerî (YAŞ) di serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim da ji bo cara duyem li Koşka Çankayayê kom bû. Heyeta ku Serokwezîr Yildirim serokatiyê wê dike, piştî ziyareta Anitkabîrê derbasî Koşka Çankayayê bû.
Endamên Şûrayê li Hola Çankayayê li ciyê xwe rûniştin û bi wî awayî civîna YAŞê dest pê kir.
Piştî 15ê Tîrmehê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) rewşa awarte hatibû ragihandin û di vê çarçoveyê da bi erkê biryarnameya ku xwedan hukmê qanûnê ye va di awayê pêkhatina YAŞê da hin guhartin hatibûn kirin.
Li ser vê esasê Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Alîkarên Serokwezîr Nurettîn Canîklî, Nûman Kurtulmuş, Mehmet Şîmşek, Tugrul Turkeş, Veysî Konak, Wezîrê Dadê Bekîr Dozdag, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Salih Zekî Çolak, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu û Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Abîdîn Unal beşdarî civîna di serokatiya Serokwezîr Yildirim da bûn.
Di civînê da bi taybetî jî rewşa albayên ku heyama wezîfeya wan hat dirêjkirin dê bê gotûbêjkirin.