Civîna Şêwra Leşkerî ya Bilind (YAŞ) a ku di bin serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de hat kirin, bi dawî bû.
Civîna asayî ya heyama zivistanê ya şêwrê li Baregeha Serokatiya Sererkaniyê hat kirin.
Civînê bi qasî 7 saetan berdewam kir û piştî ku civîn xilas bû Davutoglu ji Baregeha Serokatiya Sererkaniyê çû.
Sererkan Orgeneral Necdet Ozel, Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz, Fermandarê Hêzên Bejahiyê Orgeneral Hûlûsî Akar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu, Fermandarê Hêzên Hewayê Akin Ozturk, Fermandarê Giştî yê Jendirmeyan Orgeneral Abdûllah Atay, Fermandarê Artêşa 1emîn Orgeneral Galîp Mendî, 2yemîn Serokê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Doktrîn û Perwerdeyê yê Hêzên Bejahiyê (EDOK) Orgeneral Kamîl Başoglu, Fermandarê Akademiyên Herbê Orgeneral Abdûllah Recep, Fermandarê Hêzên Hewayê yên Miherîb Orgeneral Abîdîn Unal û Fermandarê Sîtolan Koramîral Veysel Kosele beşdarî civîna di bin serokatiya Serokwezîr Davutoglu de bûn.
-Daxuyaniya Serokatiya Sererkaniyê
Serokatiya Sererkaniyê da zanîn ku di civîna Şewra Leşkerî ya Bilind de li ser mijarên bernameya sereke û armancên Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK), rewşa amadehiya TSKyê ya şer, nirxandina rewşa piştgiriya hêzên asayîşê ya têkoşîna bi terorê, pêşxistina qabîliyetên Fermandariya Hêzên Taybet, xebatkar, perwerde û lojîstîkê axivîn.
-Serokomar Erdogan biryar tesdîq kirin
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel û Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz re hevdîtin kir û biryarên YAŞê yên ku hatin pêşkêşkirin qebûl kir.
Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya serokomariyê de hat dayîn de dan zanîn ku Erdogan beriya xwarina ku li Qesra Serokomariyê da ji endamên Şewra Leşkerî ya Bilind (YAŞ) bi Orgeneral Ozel û Wezîr Yilmaz re hevdîtin kir.