HAKKARİ
Li Hekariyê ji ber ku berf zêde barî dibistanên navend û gundên li ser bajêr roj û nîvek hatin tetîlkirin
Walîtiya Hekariyê daxuyaniyeke nivîskî belavkir û ragihand ku berfa ku li nav bajêr bariya bû sedema zor û zehmetiyan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li navenda bajêr û gundên ser bajêr ji ber berfa ku zêde dibare, îro piştî nîvro û sibê dibistanên sereteyî dibistanên navîn û lîse hatin tetîlkirin."