23 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji malbata polês Omer Sonmezê ku li Şanliûrfayê şehîd bû û malbata Çawîşê Pispor ê Cendirmeyan Murat Durmazê ku li Tunceliyê şehîd bû ra telgraf şand û sersaxî da wan.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên serokomariyê hat hildan, Erdogan ji malbata Durmaz û Sonmez ra telgrafa sersaxiyê şand. Li Tunceliyê piştî ku êrîşî Amirtiya Emniyeta Navçeya Nazimiyê kirin, ji bo alîkariyê wesaîta leşkerî şandin, mensûbên rêxistina terorê bi rokêtan êrîşî wesaîta leşkerî kir û Durmaz şehîd bû. Li Şanliûrfayê jî dema ku ekîba harekata taybet derbas dibû, teqemeniya ku mensûbên rêxistina terorê danîbûn, hat teqandin û piştî teqînê êrîş hat kirin, di êrîşê da Sonmez birîndar bû, lê li nexweşxanê şehîd bû.