ji saziyê

AA ji bo hilbijartina Stenbolê amade ye

Ajansa Anadoluyê dê daneyên encamên sandoqê yên hilbijartina Stenbolê ragihîne aboneyên xwe yên li çar aliyê dinyayê.

Elif Orhan  | 18.06.2019 - Rojanekırın : 21.06.2019
AA ji bo hilbijartina Stenbolê amade ye

Ankara

ANKARA

Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku daneyên endamên sandoqê yên hilbijartin û referandumê bi awayekî herî lez û rast radigihîne digel çapemeniya herêmî û navneteweyî dê wekî saziyeke nûçeyan a navneteweyî daneyên sandoqê yên Hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê ya ku dê di 23yê hezîranê da bê dubarekirin jî bi weşana xwe ya taybet a ku dê bi 13 zimanî bike ragihîne aboneyên xwe yên li çar aliyên dinyayê.

AAya ku digel Tirkî bi Îngilizî, Erebî, Fransizî, Rûsî, Farisî, BHS (Boşnakî, Hirwadî, Sirbî), Elbanî, Makedonkî,Endonezkî, Îspanyolkî û Kurmancî û Soraniya zaravayên Kurdî weşanê dike dê daneyên sandoqê yên Hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê ya di 23yê hezîranê da ragihîne aboneyên xwe yên li çar aliyên dinyayê.

AA ji bo ku daneyên sandoqê ragihîne raya giştî bi ekîbeke profesyonel ra dixebite û wekî heta niha kir dê di hilbijartinên Stenbolê da jî daneyên ji ser sandoqan tên hilgirtin ligel grafîkan ragihîne aboneyên xwe.

Dane herwiha dê bi nexşe û grafîkan va ji ser malpera "secim.aa.com.tr"yê jî bên ragihandin.

- "Tenê LBH dikare ku ji sedî 100ê sandoqan eşkere bike"

Serokê Lijneya Birêvebiriyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê Şenol Kazandi di daxuyaniya xwe ya dr barê weşanên hilbijartinê yên AAyê da bi bîr xist ku wekî 6 hilbijartin û referandumeke borî AA di hilbijartinên herêmî yên di 31ê adarê da jî weşaneke gelekî serkeftî kir, daneyên ku ajansê û Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) eşkere kirin wekî hev derketin.

Kazanci bi bîr xist ku Ajansê şeva 31ê Adara 2019an jî li bajarên wekî Enqere, Îzmir, Antalya û Diyarbekirê jî daneyên encamên hilbijartinê bi aboneyên xwe û raya giştî ra parve kirin, li Stenbolê jî digel ku ji sedî 99ê sandoqan hatibû vekirin ji ber ku encam diyar nebû û li benda encamên LBHyê man û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Ajansa Anadoluyê şeva 31ê adarê cara 6emîn weşana xwe ya taybet kir. Wekî hemû weşanên hilbijartin û referandumên borî jî şeva 31ê adarê jî der barê encaman da ragihandina daneyan ji sedî 100 hat temamkirin. Ev rewş di hemû hilbijartinan da bi heman awayî diqewime û ji bo hilbijartina herêmî ya dawî taybet nîne. Tenê LBH dikare kur ji sedî 100ê sandoqan eşkere bike. Namzedên ku rêjeua sandoqên hatine vekirin negihaştiye ji sedî 99an lê teqez bûye ku dê qezenc bikin cara ewil ji aliyê AAyê va hatin ragihandin. Bajarên Îzmir, Enqere, Antalya, Diyarbekir serê van bajaran da tên."

Şenol Kazanci destnîşan kir ku şeva 31ê adarê Ajansa Anadoluyê wekî her hlbijartinê da bêterefî û hesasiyeta xwe parast û ev gotin:

"Li Stenbolê hema bêje ji sedî 99ê sandoqan hatiye vekirin lê encam teqez nebûye. Ez vê bi taybetî bi bîr bixim ku ekranên taybet ên hilbijartinê û Pergala Herikîna Nûçeyan (HAS) ên ku AA ji saziyên çapemeniyê ra nûçe, wêne û vîdeo dişandin ekranên wisa nînin ku li serê bê nivîsandin û dîsa jê bibin, ango ekranên wisa ne ku nikarin midaxale bikin. Dema ku daneyên tên baş nebin pergal bixwe radiweste.

Li Stenbolê digel ku ji sedî 99ê sandoqan hatibû vekirin encam teqez nebibûn, piştî wê saetê jî daneyên kêrhatî nehatin lewra Ajansa Anadoluyê mecbûr ma ku ji bo eşkerekirina encaman li benda LBHyê bimîne û vê jî bi raya giştî ra parve kir. Ajansa Anadoluyê wê şevê li Stenbolê tu namzedî serkeftî nîşan neda. Digel ku herdu namzedan jî eşkere kirin ku qezenc kirine AA vê nekir, li benda encama LBHyê ma û bêterefiya xwe parast. Li gelek bajarên din li gor encamên AAyê pîrozbahî hatin kirin lê li Stenbolê neteqezbûna encaman wekî wesîleya êrîşa ser AAyê hat dîtin, ev yek neheqî ye.

Ajansa Anadoluyê saziyeke kamuyê nîne û tu peywir û rayeyeke wê ya wekî weşandina encamên hilbijartinê tune. Ajansa Anadoluyê saziyeke çapemeniyê ya wisa ye ku encamên hilbijartinê eşkere nake, wekî 'fealiyeteke rojnamevaniyê' radigihîne. Bê pîvanên însaf, wijdan û exlaqê êrîşa ser Ajansa Anadoluyê demeke kurt neserkeftina hilbijartinê vedişêre lê tesîrî encaman nake."

- "Prensîba weşangeriya berpirsyar" destnîşan kir

Şenol Kazanci destnîşan kir ku weşana daneyan a Ajansa Anadoluyê ya der barê encamên hilbijartina herêmî ya 31ê adarê li gor prensîba weşana berpirsyar bi serkeftî hat kirin û wiha axivî:

"AA wekî hilbijartinên din di Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adarê da jî bi weşaneke gelekî serkeftî encaman bêxeta ragihand raya giştî. Ajansa Anadoluyê encamên hilbijartina ku li tevahiya Tirkiyeyê nêzî 60 milyonî hilbijêr beşdar bûn û 4 pûsileyên cuda yên rayan hatin bikaranîn bi awayekî gelekî serkeftî ragihandiye raya giştî ya Tirkiye û dinyayê. Ez ekîba me ya ku vê operasyona dewasa kirin, hemû xebatkarên Ajansa Anadoluyê bi vê wesîleyê cardin pîroz dikim û dixwazim spasiya her yek ji wan bikim.

Ajansa Anadoluyê dê Hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê ya ku dê di 23yê hezîranê da bê dubarekirin jî heman hesasiyet û bêterefiyê ragihîne Tirkiye û dinyayê.

Ajansa Anadoluyê di rojên Şerê Rizgariyê da ji bo ku dengê Anadoluyê ragihîne dinyayê hat damezrandin û bi destê Xazî Mustafa Kemal Ataturk hatiye damezrandin, bêyî ku rih û kelecana damezrînê kêm bibe îro jî heman kelecanê da ye. Em ê bi hemû xebatkarên xwe va digel hemû êrîşên ku ji sînorê rexneyê derbas dibin dê bi biryardarî û kelecana roja ewil dengê Tirkiyeyê ragihînin dinyayê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.