İbrahim Atmaca
24 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Ji Nexweşxaneya Medicana International Stenbolê Pedagoga Pispor Reyhan Ateş Yucel diyar kir, heke têlefona biaqil ji destê dê û bavan nekeve, zarok jî çav dide dê û bavê xwe û hînî têlefonê dibe û wiha dewam kir:
"Heke têlefona we ji destê we nekeve û ji ber ku zarokên we bi têlefonê dileyîzin hûn hêrsa xwe li wan bînin, ev kêr nayê û tiştekî badilhewa ye. Heke hûn dixwazin zaroka xwe fêm bikin, pê ra bileyîzin, rêya herî baş ev e. Jê ra wext veqetînin. Zarokekî hîs bike ku dê û bavê wî qîmetê didinê, dema ku li cem dê û bavê xwe be, wan nahêle û bi tablet û têlefonê naleyîze."
Yucelê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ji dê û bavên ku dixwazin zarokên xwe ji têlefon, tablet û kompîturan xelas bikin ra pêşniyaz kir ku di betlaneya nîvê salê da bi zarokên xwe ra eleqedar bibin.
Yucelê diyar kir ku heta ji destê dê û bavan tê bira zarokên wan dereng hînî alavên teknolojiyê bibin û heta ku dest bi dibistanê nekin, bira hîn nebin.
Reyhan Ateş Yucelê destnîşan kir ji bo pêşketina mêjî heyama navbera 0-7 saliya zarokan pir girîng e û wiha dewam kir:
"Têlefonên destan û tablet ji bo zarokên hê neketine 8 saliya xwe ji aliyê axaftin, naskirina der û dorê û têkilîdanînê va zirar e. Di van salan da ji ber bikaranîna cîhazên biaqil dereng diaxivin, dibin mubtela, rêk û pêk nan naxwin, pixûdî dibin. Dîsa ji ber ku zarok di bin tesîra tiştên ku temaşe dikin da dimînin, xewa wan direve, nikarin têkevin xewê. Dema ku dest bi dibistana seretayî dikin, meriv dikare hêdî hêdî hînî wan bike û kontrol bike. Têlefona destan jî heta ku dest bi lîseyê bike, pêdiviyeke zarûrî nîne ku zarokek heta lîseyê têlefonê bixebitîne."