04 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
NEW YORK
Hat ragihandin ku Mihemed Eliyê boksorê efsanewî yê ku xelkê DYAyê û şampiyonê dinyayê di 74 saliya xwe da mir.
Li gor agahiyan Eliyê ku nexweşîna Parkînsonê pê ra hebû do ji ber nexweşîna qirik û gewriyê rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin wefat kir.
Bob Gunnellê berdevkê malbatê daxuyanî da kanala NBC Newsê û mirina Elî piştrast kir.
Mihemed Elî digel boksoriya xwe bi alîkariya xwe ya ji bo misilmanan û tevgerên reşikan ên li DYAyê bûbû efsane. Elî ji sala 2014an vir va nexweş bû û car caran li nexweşxaneyê dihat dermankirin.
Boksorê navdar herî dawîn di 8ê nîsanê da li Phoenîksa bajarê Arîzonayê beşdarî organîzasyona alîkariyê ya bi navê Celebrity Fight Nightê bûbû.
Boksorê bi nav û deng piştî ku dev ji boksorê berda nexweşiya ku jê re dibêjin Parkînson lê ket û ew di sala 1964an de bû misilman û navê xwe yê berê Cassîûs Marcellûs Clay Jr. jî guhert û kir Mihemed Elî.
Mihemed Elî di sala 1964, 1974 û 1978an de sê caran şampiyoniya boksa giran qezenc kir û ev payeya xwe li hemberî reqîbên xwe 19 caran parast. Elî di heyata xwe da derket 61 pêşbirkî û di 56an de bi ser ket.
Elî di sala 1960î da jî di Olîmpiyatên Romayê da madalyaya zêr qezenc kiribû.