Fatih Gazioğlu,Nihat Kavşut,İbrahim Atmaca
24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2017
CAKARTA
Ajansa Anadoluyê (AA) bi merasimekê Beşa Zimanê Endonezkî û Ofîsa Navendî ya Pasîfîkê ya AAyê vekir.
Li Cakartaya paytexta Endonezyayê ji bo vekirina Beşa Zimanê Endonezkî û Ofîsa Navendî ya Pasîfîkê ya AAyê resepsiyonek hat lidarxistin.
Arîkarê Midûrê AAyê yê Giştî Mustafa Ozkaya, Endamê Lijneya Rêveberiya AAyê Alî Turker Pirtînî, Kordînatorê Herêma Pasîfîk û Asya-Qafqasyayê Yilmaz Yaman, Arîkarê Wezîrê Teknololojî û Agahdariyê yê Endonezyayê Roasrîta Nîken, Balyozê Tirkiyeyê yê Cakartayê Mehmet Kadrî Şander Gurbuz, Midûrê Giştî yê Antaranina ajansa Fermî ya Endonezyayê ya nûçeyên Meîdyatama Suryodînîngrat, Arîkarê Dîrektorê Giştî yê Berpirsyarê DYA û Ewropayê yê Wezareta Karên Derva yê Endonezyayê Ardîan Wîcakson û gelek rayedarên Endonezyayê yên payebilind, edîtorên rojname, televîzyon û malperên înternetê beşdarî merasimê bûn.

Arîkarê Midûrê AAyê yê Giştî Mustafa Ozkaya di merasimê de axaftinek kir û ji hemû kesên ku arîkarî dane wan re spas kir.
Ozkaya got ku di nav ajansên navneteweyî de tenê Ajansa Anadoluyê wê bi endonezkî weşanê bike û wiha axivî: "Endonezya bi nifûsê xwe yê ji 260 milyonî zêdetir û bi rewşa xwe ya girîng ya di navbera Asya-Pasîfikê da cî digire ji bona Ajansa Anadoluyê girîng e. Em amade ne bi nûçegihanên xwe nûçeyên der barê Endonezyayê da belav bikin. Divê em têkiliyên Tirkiye û Endonezyayê xurt bikin. Weşana bi endonezkî jî di vî warî da gaveke mezin e.
"
Roasrîta Nîkena Alîkara Wezîrê Ragihandin, Agahî û Teknolojiyê ya Endonezyayê destnîşan kir hêvîdar e Servîsa AAyê ya Endonezkî bibe wesîle di navbera Tirkiye û Endonezyayê da têkiliyên baş çêbin û got wê AA têkiliyên herdu dewletan zexim bike.
Mehmet Kadrî Şander Gurbuzê Balyozê Cagartayê yê Tirkiyeyê diyar kir vekirina ofîsa AAyê ji bona têkiliyên herdu dewletan ku pêşva diçe gaveke girîng e.
Gurbuz destnîşan kir di heyama ku têkiliyên herdu dewletan ber bi dereke baş va diçe vekirina ofîsa AAyê wê bibe wesîle têkiliyên Tirkiye û Endonezyayê zêdetir pêşva herin.
Endamê Lijneya Rêvebirina yê AAyê Alî Turker Pîrtînî diyar kir, ev teşebisa AAyê ne tenê ji bo nûçeyan e, di heman demê da di navbera herdu welatan da têkiliyeke berfireh saz kir.
Edîtorê Serwîsa Nûçeyên Endonezî ya AAyê Dandy Koswaraputra jî diyar kir, AA ajansa nûçeyan a navneteweyî ya tekane ye ku bi zimanê endonezî weşanê dike, ew ê bi saya serê tora Ajansa Anadoluyê va rojeva dinyayê bi zimanê xwe va bişopînin. Koswaraputra diyar kir, medyaya Endonezyayê eleqeyeke mezin nîşanî servîsa zimanê endonezkî da û ji niha pê va 10 aboneyên wan çêbû.
Di çarçoveya vîzyona sala 100emîn da AAyê zimanê endonezkî jî li zimanên tirkî, îngilizî, erebî, fransî, boşnakî, xirvatî, sirbî, rûsî, kurdî, farisî, arnawudî zêde kir.
AA wê 26ê cotmehê roja pêncşemê serwîsa îspanyolî jî veke û hejmara zimanên ku pê weşanê dike derxe 13an.