01 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
DIYARBAKIR
Terorîstên PKKyî yên ji bo ku tirs û xofê bixin dilê xelkê herêmê çalakiyên xwînî dikin û zarok û bebikan dixin hedefa xwe, di maweyeke 30 salî zêdetir da bi sedan zarok qetil kirin, gelek zarok jî birîndar kirin an jî seqet hiştin. Vê carê jî Bedirhanê 11 mehî bû qurbanê dawîn ê rêxistina terorê PKKyê.

Rêxistina terorê PKK, herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di serî da li tevahiya Tirkiyeyê çalakiyan li dar dixe da ku tirs û xof bikeve dilê însanan. Rêxistina terorê di vê çarçoveyê da ligel êrîşên xaîn ên dijî hêzên ewlekariyê, êrîşên dijî sivîlan jî pêk anîn û di van êrîşan da sivîl qetl kirin.
Rêxistinê cara ewil di 1987an da dest bi çalakiyên dijî sivîlan kirin û bi ser gundan da girtin, kalemêr û pîrejin û herwiha zarok û bebik qetil kirin. Bi taybetî jî gule berdan dergûşên di pêçekê da ku ev yek qet ji bîra însanan neçû.
- Qurbanê dawîn, Bedirhanê 11 mehî ye
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê li tanga Newala Sûsatê ya bajarokê Buyukçîftlîkê duh teqemeniya ku terorîstên PKKyî li kêleka rê çal kiribûn, di dema ku wesayîta Nurcan Karakayaya xanima eskerekî derbas bû da ji dûr va bi kumandayê teqandin û di encamê da jinika 25 salî ligel kurê xwe Bedirhanê 11 mehî şehîd bûn.