04 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî êrîşa PKK/PYDya rêxistina terorê ya ser xwepêşandêran wekî "Ew kesên ku ev sûc kirin teqez dê bedêla wê bidin" nirxand.
Barzanî di daxuyaniya ku da de bertek nîşan da ku PKK/PYDa rêxistina terorê li navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Hesekê êrîşê xwepêşandêran kir û endamên Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) ragirt.
Barzanî got ku "Ew kesên ku alaya Kurdistanê dişewitînin, êşkenceyê li ciwan û zarokên kurdan dikin her dem dê bi şerm bên bîranîn. Ew kesên ku vê sûcê kirin teqez dê bedêla wê bidin." û ji ber ku dijî PYDê li ber xwe dan spasiya gelê Amûdê kir.
Barzanî diyar kir ku gelê Amûdê nirxên bilind ên gel parastin û got ku "Ez dixwazim ku bila gelê Amûdê di vê mijarê de jêbawer be. Nirxên ku karaktera rastîn a kurdan temsîl dikin dê bibin serdest. Ji bo kesên ku alaya Kurdistanê dişewitînin jî tenê dê şerm û fêdî bimîne."
PYDyiyan duh çek bi kar anîbûn û midaxaleyî protestoya ku endamên ENKSê li Amûdê li dar xistibûn kiribûn, raserî avahiyên partiyê kiribûn û endamên ENKSê birîndar kiribûn.