2016 ж. 03 желтоқсан•Rojanekirin: 2016 ж. 04 желтоқсан
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Hin kesên ku di 15ê Tîrmehê da bi tank, top û F-16an va nikaribûn vî welatî teslîm hildin nika hewl didin ku bi sabotajên aboriyê va li erdê çok bidin. Ev lîstika teze nîne, em vê dizanin. Bi taybetî di van 3 salên dawîn da hewl didin qirîza aboriyê bi şeklên cuda têxin rewacê."
- Ji Koma Cevahirê ra sipasî
Serokomar Erdogan di merasima vekirina Navenda Danûstedinê ya Xalîçê a Bîz Cevahîrê da axivî û diyar kir ku li navendê 1000 kes bên îstixdamkirin û bihayê vê navendê 175 milyon lireyî girt û wiha pê da çû:.
"Di 15ê Tîrmehê çawa ku li demokrasî, azadî û pêşeroja xwe li xweyî derketin nika jî dema xweyîderketina li aboriya xwe ye. Roj roja axaftinê nîne roja tevgerê ye. Roj roja astengiyan nîne ya piştgirîdayîna aboriyê ye. Ez ji malbata Cevahîrê ra sipas dikim ku guh dan banga me û li vê navenda danûstendinê dikanan bi dowîzê na bi lireyê Tirkiyeyê didin kirê. Saziyên me ku bi vî awayî tevbigerin hesabê bi dowîzê di tengasiyê da hîştina aboriya me yê xirab bibe."
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Kesên ku di hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê da bi tank, top û F-16an va nikaribûn vî welatî teslîm hildin nika hewl didin ku bi sabotajên aboriyê va li erdê bidin çokdayîn. Ev lîstika teze nîne, em vê dizanin. Bi taybetî di van 3 salên dawîn da hewl didin qirîza aboriyê bi şeklên cuda têxin rewacê. Ji bo vê hemû rê ceribandin. Hetanî ji rêxistinên terorê jî hêvî kirin. Rêxistinên xwe yên ku di hemêza xwe da xweyî dikirin ên wek FETO, PKK, YPG û DEAŞê berî me dan. Carê carê disekinin dibêjin 'tundiya dowîzê'. Ez dibêjim neçin dolar û ewroyê nekirin. Werin dowîzên di binê balgiyên da derxistin hûr bikin û têxin pereyê me yê milî. Pêşeroj di pereyê me yê milî da ye."
Serokomar Erdogan diyar kir ku nika li ser borsa, dowîz û faîzê manîpulasyonan dikin ku bi ser kevin û wiha pê da çû:
"Niha çi dikin, ev gelekî giring e. Binêrin niha li ser borsa, dowîz û faîzê manîpulasyonan dikin. Mixabin hinek karsaz û komale jî arîkariyê didine wan. Jixwe ev ew kes in ku 28ê sibatê li aliyê wesayetê sekînibûn, ji wan tu hêviya me tuneye, em li hêviya wan bisekînin ev ji bo tiştekî zêde xweşbînî ye.
Tirkiye bi talûkeya ku nikare miaşên karmendan bide da rû bi rû mabû. Vê dewletê li ber deriyên IMFyê ji bo çend milyon dolaran sitûyê xwe xwar kir, rojên dijwar derbas kir, lê îro ji IMFyê ra deynê me tuneye. Rezerva dowîzê ya bankeya me ya navendî karê me dibîne, lê em baldar in. Yên ku qala senaryoyên felaketê dikirin di derdê qezenckirina pere da ne û dixwazin ji qeyranê îstifade bikin. Gel ketibû tatêla pêşerojê lê wan di qesrên xwe yên saltanatê da kêf dikir."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser mijara dowîzê û wiha got: "Dowîz amûra tundiyê ye, bi dowîzê ku bê berdêl tê çapkirin va bi milyonan dolar pere ji hin kesan ra diçe. Mesele ev e. Dibê em vê çareser bikin. Hûnê çima vî pereyê ku berdêla wî tune di binê balgiyên xwe da veşêrin. Werin vî pereyî bi pereyê me yê milî ra biguherînin. Em ê li nirxên xwe yên milî xweyî derkevin. Dem ev dem e, wext ev wext e. Werin dolar û ewroyên xwe hûr bikin têxin lire. Li dijî kesên ku dixwazin me mehkûm bikin ez ê pereyê di binê balgiyê xwe da hûr bikim têxim lire. 'Efendimê xwe ra bêjim ku em zirar bikin yê çi be?' Mêze bikin ev milî ye di vê da bereket heye, mereq neke tê zirar nekî. Ya ku bi te dide zirarkirin ya din e. Lewra ew nûnerê mantiqa emperyal e. Tê li pereyê xwe xweyî derkevî, ev pereyê li vê derê bimîne."
Serokomar Erdogan di mijara faîzê da got ku dibê vê meseleyê çareser bikin û wiha axivî: "Divê em meseleya faîzê çareser bikin. Ez bi tenêbûna xwe dizanim, lê ez ê têkoşîna xwe dewam bikim. Ez bi biryar im. Ez faîzê wek tiştekî kedxwariyê dibînim, wek tiştekî ji bo kesên ku veberdêr in astengî dibînim. Niha li Tirkiyeyê kesên herî zêde qezenc dikin veberhênerên reel nînin. Kesên herî zêde pere qezenc dikin kesên ku sektora fînansaê de dixebitin, ew in."