Muhammet Kurşun
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2017
ÎDLIB/ANKARA
Artêşa Tirkiyê ji bo çavdêriya agirbestê li herêma bêşer û avakirina nuqteyên çavdêriyê li Îdlibê xebatên xwe yên keşfê didomîne.
Li gor ragihandina peyamnêrê AAyê yê li Îdlibê, Artêşa Tirkiyê ku di nav Hêza Kontrola Kêmkirina Gengeşiyê de cih digire xebatên xwe yên keşfê li herêma bêşer berdewam dike. Ev hêza navborî ji hêzên çekdar ên welatên garantorên agirbesta li Sûriyê pêk hatiye.
Artêşa Tirkiyê ragihandibû ku di 8ê Çiriya Pêşîn de ji bo avakirina xalên kontrolê dest bi keşfê kiriye.
Tê çavnêrîkirin ku Artêşa Tirkiyê di çarçoveya peymana li Astanayê de li herêma bêşer were bicihkirin.
Tirkiye dê li herêmên navîn ên Îdlibê û Rûsya jî li herêmên derveyî wîlayetê nuqteyên çavdêriyê ava bikin.