Abdullah Tel
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
ŞIRNAK
Tanqên bi armanca xurtkirina yekîneyên ser sînorên Iraqê hatibûn şandin, gihîştin Şirnexê.
Tetbîqata li nêzîkî Deriyê Sînorî yê Xabûrê dest pê kiribû didome û sewqiyata tanqan a ber bi yekîneyên sînor va jî temam bû.
Konvoya eskerî ya ku bi piranî barê wê tanq bûn, di bin tevdîrên ewlehiyê da bişev gihîşt navçeyê û ji wir ber bi yekîneyên eskerî yên sînor va hatin şandin.
Li gor agahiyên hatin hildan tanqên gihîştin yekîneyan li ser sînor wê bên bicihkirin.