Haydar Şahin
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2017
ÎZMÎR
Der barê teqîna li rafîneriya TUPRAŞê ya Îzmirê ya ku tê da 4 karker miribûn da 7 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê li ser teqîna ku tê da 4 kes miribûn dabû destpêkirin da 2 dozgerên komarê ji bo lêkolînê hatin wezîfedarkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da 7 kesên ji rayedarên TUPRAŞê û saziya taşeron hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku di nav binçavkiriyan da berpirsiyarên qadê û teknîkî jî hene.
Wek mayîn hat ragihandin ku komkirina delîlên li ser teqînê hê dewam dike.
Do destê sibê li rafîneriya TUPRAŞê ya Îzmirê di dema kontrol û temîrata tankekê da teqîn çêbûbû, di teqînê da 4 kes miribûn û 2 kes jî birîndar ketibûn, birîndarek li cihê bûyerê hatibû dermankirin û birîndarek jî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê.