Ekip
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
NOVİ PAZAR
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo têkoşîna li dijî rêxistina terorî FETOyê li welatên derve jî wiha got: "Wekî li welatê me hat kirin em ê koka FETOya çeteya bêbextiyê li Balkanan jî biqelînin."
Erdogan, li Sirbistanê digel Serokomar Aleksandar Vucic ji bo welatiyên tirk axivî.
Serokomar Erdogan behsa ehemmiyeta Balkanan kir û wiha nirxandina xwe anî ziman:
"Li Balkanan, bedêla hemû pevçûn û kaosa ji ber fîtkirina hêzên li derva derdikeve tenê însanên li vê derê didin. Roj tê hemû diçin; lê însanên ku dilê wan hatiye sotin li vir dimînin, dîsa li kêleka hevdu jiyana xwe didomînin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku hûn wekî gelê Balkan hevdu bigirin, bibin yek, bibin birayên hevdu hûnê bihêztir bibin, ewlehiya we wê xurttir bibe. Hûnê di nav şert û mercên baştir de bijîn."
Li ser FETOyê jî got: "Wekî li welatê me hat kirin em ê koka FETOya çeteya bêbextiyê li Balkanan jî biqelînin."