Haydar Şahin,Abdullah Tel
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
ANKARA
Hejmara wesayîtên li trafîkê ji meha tebaxê pê va li gor meha borî, ji sedî 0,46 zêde bû û ji 21 milyon û 763 hezar û 103yan gihîşte 21 milyon û 863 hezar û 854an.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên wesayîtên bi motor ên bejayê yên meha tebaxê eşkere kir.
Li gor vê ji dawiya tebaxê pê va hejmara wesayîtên li trafîkê bi tevahî gihîşte 21 milyon 863 hezar û 854an. Ji sedî 54ê wan ji texsî, ji sedî 16,4ê wan ji kamyonet, ji sedî 14,1ê wan ji motosîklet, ji sedî 8,3yê wan ji traktor, ji sedî 3,8ê wan ji kamyon, ji sedî 2,2yê wan ji minîbês, ji sedî 1ê wan ji otobês, ji sedî 0,2yê wan ji wesayîtên ji bo armancên taybet pêk tên.
Vê mehê 107 hezar û 837 wesayît qeydî trafîkê kirin, ji sedî 58,7ê wan texsî, ji sedî 16,4ê wan motosîklet, ji sedî 16,3yê wan kamyonet, ji sedî 4,3yê wan traktor, ji sedî 4,3yê wan jî minîbês, otobês, kamyon û wesayîtên taybet in.

Di meha tebaxê da hejmara wesayîtên ku qeydî trafîkê kirin li gor meha borî ji sedî 15,8 kêm bû. Texsî ji sedî 15,8, kamyonet ji sedî 14, kamyon ji sedî 2,4, motosîklet ji sedî 22, wesayîtên taybet ji sedî 13,9, traktor ji sedî 13,4 kêm bûn. Di heman demê da minibês ji sedî 17 otobês jî ji sedî 10,9 zêde bûn.
Di meha tebaxê da hejmara wesayîtên ku qeydî trafîkê kirin li gor heman meha sala par ji sedî 12,8 zêde bû. Hejmara texsiyan ji sedî 15,9, ya minîbêsan ji sedî 48,9, ya otobêsan ji sedî 48,4, ya kamyonetan ji sedî 11,6, ya kamyonan ji sedî 20,2, ya motosîkletan ji sedî 9,2 zêde bû. Hejmara wesayîtên taybet ji sedî 16,7, ya traktoran jî ji sedî 14,8 daket.
- Heyama rêbendan-tebaxê
Di heyama rêbendan-tebaxê da di trafîkê da qeyda 837 hezar û 848 wesayîtan hat kirin û ya 64 hezar û 418 wesayîtan jî hat jêbirin. Bi vî awayî 773 hezar û 430 wesayît zêde bûn.
Di bazara duyemîn da jî dewra 637 hezar û 2 wesayîtan hat kirin û ji wan sedî 70,1î va tirimbêlan di rêza ewil da cih girtin.
Ji dawiya meha tebaxê vir va ji 11 milyon û 802 hezar û 713 tirimbêlên qeydkirî sedî 38,6ên wan bi LPG, sedî 34,8ên wan bi mazot û sedî 26,1 jî bi benzîn in.