30 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
ANKARA
Stargehên ku mensûbên rêxistina terorê PKKyê bona zivistanê amade kirin, bi destê hêzên ewlekariyê hatin jinavbirin. Di operasyonên beja û asîmanî da 451 stargeh hatin jinavbirin û di stargehan da bi tonan muhîmat û alavên jiyanê hatin qefaltin.
Hêzên ewlekariyê dest bi lêkolîna tesbîtkirina stargehên zivistanê yên rêxistina terorê kirin û di encama lêkolînan da ciyê stargehan yek bi yek tesbît kirin. Yekîneyên taybet û yên komandoyan operasyon birin ser stargehên rêxistinê û stargehên ku bona zivistanê hatibûn amadekirin, ji navê birin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê da hev, di navbera 1ê rêbendanê û 28ê mijdara 2016an da di sitargehên ku hatin tesbîtkirin da 189 tiving, 97 hezar û 350 fîşengên wan, 40 hezar û 960 kîlo amonyum nîtrat, 207 teqemeniya destçêkirî, 338 bombeya destan, 376 roketavêj, bi milyonan koka kenewîra Hîntê, hebên hişbirê, cil û berg û bi tonan alav hatin bidestxistin.
- Li Antalya û Gumuşxaneyê jî sitargeh
Bi hatina payîzê va çekdarên rêxistinê vekişiyan sitargehan û zivistanê li wan deran derbas dikin. Di vê pêvajoyê da terorîst hem perwerdeya îdeolojîk hildidin hem amadehiya çalakiyên xwînî dikin û di destpêka biharê da jî dertên ser rûyê erdê. PKKya rêxistina terorê ya çekdar zivistanê piranî li Kaletepeya Çukurcayê, Yuksekova, Cûdî, Gabar, Tendurek, Silopî, Licê, Qulp, Şenyayla, Ovacik, Bîngol, Wan Saray, Ozalp, Başqele, Bitlîs Motkî û çiyayê Hîzanê dimînin.
Di operasyonên ku nav salê hatin kirin da li Diyarbrkirê 118, li Bîngolê 66, li Bitlisê 52, li Tunceliyê 43, li Mûşê 29, li Hekariyê 26, li Batmanê 23, li Şirnexê 25, li Mêrdînê 14, li Qersê 18, li Gumuşxaneyê 6, li Agirî, Wan û Îzmirê 5, li Îdir û Sêrtê 4, li Osmaniye û Erziromê 3 û li Antalyayê 2 sitargeh hatin tesbitkirin û tevî melzemeyên tê da hatin îmhekirin.
Wek mayîn ji bo endamên PKKyê sala 2016an da sala herî dijwar bû û derbeyeke mezin xwarin.
Rêxistina ku şerê xwe li bajaran jî da dewamkirin, gelek milîtanên xwe wenda kir û nekarî sitargeh û milîtanên xwe xilas bike û biparêze.