30 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
KONYA
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji bo biryara Parlementoya Ewropayê (PE) ya der barê endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) da got: "Birêz Serokomarê me got 'me hêj ev defter negirtiye' û derî nekir cî. Li gor me ev defter divê bi tevahî bê girtin. Têkîliyên bi Ewropayê ra divê li ser berjewendiyên beramberî hev bin. Bi tevahî sekinandina pêvajoya endamtiyê li gor me ya herî raste."
Yapicioglu li Konyayê di xwaringehekê da civîneke çapemeniyê lidar xist û ji kesên di şewata wargeheke taybet a xwendekaran a li Aladaga Edeneyê can dan re dia kir û xemgîniya xwe anî ziman.
Serokê HUDA PARê ji mijarên di rojevê da ne bal kişand ser guherandina makezagonê û got ku di vê mijarê da lihevkirineke teqez tuneye MHP û AK Partî her diçe xalên ku li serê wek hev difikirin û pesend dikin, kêm dibin lê digel vê lihevkirinek heye.
Yapicioglu wiha axivî: "Wek HUDA PARê ji bo berjewendiyên memleket çi ji destê me were em ê bikin, em ê biştgiriyê bidinê. Mijareke din a di rojevê de jî biryara ku YEyê da ye. Birêz Serokomar got 'me ser vê mijarê negirtiye' yanê derî vekirî hişt. Li gor me divê ser vê mijarê were girtin. Têkiliya me ya bi Ewropayê re divê li ser berjewendiyên her du aliya were birêvabirin."
-"Li Sûriye û Iraqê wekî avê xwîn tê rêtin"
Yapicioglu got ku li Sûriye û Iraqê wekî avê xwîn tê rêtin û wiha dewam kir:
"Roj bi roj hejmara miriyan zêde dibe, hawara zarok û jinan bilind dibe. Li Enqerê bûyerên dilsoj diqewimin. Qetlîamên mezin tên kirin. Lê civata navneteweyî tevnagere. Mixabin alema îslamê jî ji ber pirsgirêkên xwe yên navxweyî têra xwe li ser van bûyeran nasekine. Piştî ku hişmendiya ummetê ji holê rakirin, ketin vî halî. Divê demildest em vegerin ser wê hişmendiya xwe ya ummetê."