ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan ji bo biryara Parlementoya Ewropayê ya der barê bûyerên sala 1915an da wiha got: "Parlementoya Ewropayê bi biryara xwe ya dawîn ku qiymeta wê tuneye, giraniya xwe ji holê radike. Bi şeqşeqiyê meriv qala mijarên girîng nake."
Parlementoya Ewropayê der barê bûyerên di sala 1915an de pêşnumayeke biryarê ku piştgiriyê dide îdiayên ermeniyan û bangî Tirkiyeyê dike ku tezên ermeniyan qebûl bike, bi pirdengî qebûl kir. Akdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê biryarê de daxuyanî da û wiha got: "Parlementoya Ewropayê bi biryara xwe ya dawîn ku qeymeta wê tuneye, giraniya xwe ji holê radike. Bi şeqşeqiyê meriv qala mijarên girîng nake. Heger hêz û qewet û vizyona Parlementoya Ewropayê heye, bila dev ji derewên dîrokî berde û di bûyerên roja îron de xwedî helwest be."