28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
BITLÎS
Waliyê Bildîsê Ahmet Çinar û Rektorê Zanîngeha Bitlîs Erenê Prof. Dr. Mahmut Dogru tevlî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bûn.
Walî Çinar di kategoriya nûçeyê de wêneyê Jawad al Rifaî ya bi navê "Hêsrên zarokê sûrî", di kategoriya jiyanê de wêneyê Arif Hudaverdî Yaman a bi navê "Pişîkên Mizgefta Ezîz Mehmud Hudayî" û di kategoriya sporê de jî wêneyê Elîf Ozturk a bi navê "Pêşbirka Fenerbahçe û Kizilyildiz Telekom"ê hilbijart.
Rektor Dogru jî di kategoriya nûçeyê de wêneyê Erçîn Top a bi navê "Tetbîqata Xilaskirin û Lêgerînê ya 2016an a Şehîd Tegmen Caner Gonyelî" û wêneyê Mahmud Rslan'ın "Umran Daknes" hilbijart.
Dogru di kategoriya jiyanê de wêneyê Halîl Fîdan a "Amadehiya îsotê" û ya Cem Cengo a bi navê "Banga Gozyaşi ya ji bo bavê wê bê bersîv nema" hilbijart.
Rektor Dogru di kategaoriya sporê de jî wêneyê Bulent Doruk a bi navê "Şenol Guneş" hilbijart.
Walî Çinar û Rektor Dogru destnîşan kirin ku hemû wêne ji hevdu xweşiktir in, ji ber vê hilbijartina wêneyan zor e û gotin ku destê kesên ku ev wêne kişandine sax bin.