28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
GAZÎANTEP
Nêzî 100 sûriyeyiyên ku li Karkamişa navçeya Gazîantebê diman, vegeriyan Cerablûsê.
Di çarçoveya operasyona ku Hêzên Wezîfedar ên Taybet ên Hevpar ên Hêzên Çekdar ên Tirk û Hêzên Esmanî yên Koalîsyonê li bakurê Sûriyeyê dike da Cerablûs piştî ku ji DEAŞa rêxistina terorê hat paqij kirin, vegera penaberan dewam dike.
Penaberan ji bo vegerê serî li Walîtiya Gazîantebê da û piştî destûr hat dayîn, jin û zarok jî di nav da 100 kes li ber Deriyê Gumrikê yê Karkamişê civiyan.
Piştî qeyd û bendê grûb ji derî ra derbas bû û çû Cerablûsê.