Sevim Hatun
28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Ji aliyê Şaredariya Sûrê ya ku lê bi destê Wezareta Karên Navxweyî, bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (BHQ) wezîfedarkirin hat kirin ve, "Projeya Geliyê Dîcleyê" ku ji bo Diyarbekirê zehf girîng e dikeve rewacê.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wexta ku wezîfeya Serokwezîriyê birêve dibir, di civîna "Tirkiye Amadeye Hedef 2023" de "Projeya Geliyê Dîcleyê" ragihandibû û gelê Diyarbekirê bi kêfxweşî li hêviya projeyê sekinîbû. Ew ê ji aliyê Qaymeqam Bîlal Ozkanê wekî Cîgir Serokê Şaredariya Sûrê hat wezîfedarkirin ve bê destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de, Ozkan, Alîkarê Midûrê Bajarvanî û Hawirdorê Nezîr Ruzgar, Midûrê Giştî yê Fîrmaya Îştîrakê ya Laredariya Mezin a Erziromê Yasîn Dandan û heyetên pê re li Geliyê Dîcleyê lêkolîn kir.
Ozkan li vir daxuyanî da got ku, Diyarbekir di dîrokê de ji 33 şaristaniyan re malovanî kiriye, xwedî çandekê qedîm e û wiha dewam kir: "Bi saya xebatên emê bikin wê potansiyala turîzmê ya herêmê zêde bibe. Di destpêkê de em ê li ser qadên hêşnayî bixebitin, ronî bikin û piştre dest bi xebatên peyzajê bikin."