07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê ji duh êvarê vir va berf dibare û li hin herêmên bajêr qalindiya berfê ji bihostekî derbas bû û li hin deran jî bi qasî 40 santêmî ye.
Li gor daxuyaniya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da bobelata berfê ya duh êvarê dest pê kir di serî da li Çatalca, Sîlîvrî, Buyukçekmece, Avcilar, Esenyurt, Başakşehir, Arnavutkoy, Mahmutbeyê û seranserê bajêr bi tesîr bû.
Qalindiya berfê saet ji 07.00î vir va li Beşîktaş, Uskudar, Kadikoy, Bakirkoyê di navbera 8-13, li Eyup, Kartal, Şîşlî, Ataşehir û Maltepeyê 15-20, li Kagithane, Başakşehir, Beylîkduzu, Umraniye û Çekmekoyê 20-25, li Beykoz, Esenyurt, Buyukçekmece, Arnavutkoy, Çatalca û Aydosê jî 35-40 santîmî da hat pîvandin.
Li ser rêya TEMê 7 TIR şemitîn û rê li qezayên trafîkê vekirin.
Hin welatî jî digel barîna berfê dev ji kêf û zewqa xwe bernadin û li ber behrê ji bo masiyan bigirin, hewl didin.
Li Çiyayê Boluyê ji bo TIRên ku zincîra wan a berfê tunebe destûr nayê dayîn.
Geliyê Stenbolê ji bo trafîka keştiyan hat girtin.
Şaredariya Stenbolê bi 7 hezar personelî tevlî hezar û 347 wesayît û makîneyên kar va li 9 herêman bajêr sê wextan wezîfe kir.
Seferên metrobusê hatin zêdekirin û metro heta saet 06.00an û marmarayê jî heta 01.00an şixûlin.
Li seranserê Stenbolê ji bo rê neyên girtin û qeşa cemedê negirin 26 hezar û 264 ton xweyî û 10 ton jî solusyon hat reşandin.