Abdullah Tel
07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2017
BEXDA
Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku li Bexdayê ye li Qesra Serokwezîriyê bi Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê ra daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş da.
Serokwezîr Yildirim di axaftina xwe da xitabî Serokwezîrê Iraqê Ebadî kir û wiha got: "Ew daxuyaniya we ya ku di rojên borî da we da û got 'Em nahêlin ku PKK ji ser axa Iraqê zirarê bide Tirkiyeyê' ji bo me pir girîng bû. Em ji wê daxuyaniya we pir razî bûn. Ev jî baş nîşan dide ku em bi hev ra dikarin li hemberî terorê çi bikin."
Yildirim diyar kir ku ji bo me desthilatdariya Iraqê zehf girîng e û wiha dewam kir: "Em destûrê nadin hewldan û tevgerên ku zirarê didin desthilatdariya Iraqê û em di nav da cî nagirin. Bi heman awayî yekîtiya Iraqê jî ji bo me girîng e û em dixwazin ev were zanîn."
Serokwezîr Yildirim ji bo hebûna leşkerên Tirkiyeyê yên li Başîqayê jî wiha peyivî: "Me li ser vê mijarê xeberda. Ev ji bo kêfê nîne ji ber hewcedariyê derket holê. Em dibînin ku ji bo DEAŞ ji herêmê bê paqijkirin pêşveçûneke girîng pêk hatiye. Li gor vê jî emê vê mijarê bi dostane çareser bikin."
- "Şengal wê ji terorê were paqijkirin"
Yildirim ji bo hebûna PKKyê ya li Şengalê wiha axivî: "Bi pêşmerge û hêzên navenda Iraqê ra ji bo ku Şengal ji hêzên terorê bên paqijkiin xebatên hewce dikin wê bên kirin. Ji bo me teror ji kê derê tê bila bê heman e. Ji ber vê jî Şengal herî zêde ji bo me tehdîda mezin e û ji bo berterefkirina vê tehdîdê ji ber xesasiyeta Birêz Serokwezîr jî ez jê ra spas dikim. Di vê mijarê da jî em amade ne ku hevkariyê bikin. Bi tenê ne ji bo Şengalê li hemû deverên Iraqê ji bo tehdîdên ku bi ser welatên me bên kirin da emê hevkariya xwe bidomînin."