15 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2016
HEWLÊR
Mahma Xelîlê Qaymeqamê Şengala navçeya Mûsila bajarê Iraqê got ku rêxistina terorê PKK li herêmê dibe sedema hin aciziyan û wiha axivî: "Heke PKK dev ji vê tevgera xwe bernede emê mecbur biminîn ku tevdîrên mihkem û yên ku texmîn nake bibînin."
Xelîl ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji ber zivistanê penaberên êzdî yên li çiyayê Şengalê dimînin zehmetiyan dikşînin.
Xelîl got ku PKK nahêle alîkarî bigîhîje penaberan û wiha axivî: "Heke PKK dev ji vê tevgera xwe bernede emê mecbur biminîn ku tevdîrên mihkem û yên ku texmîn nake bibînin. PKK nikare bibe xwediyê Şengalê. Ne hedê PKKê ye ku rê li ber van xebatan bigre. Hêza dagirker PKK divê di demeke kin de ji Şengalê vekişe. Mirov bendê ne ku PKK ji wir vekişe û ew jî vegerin malên xwe."
Xelîl got ku wan ji bo mijarê bi hikûmeta Iraqê, Wezareta Koç û Koçberiyê û saziyên alîkariyê yên navneteweyî ra jî gûftûgo kir û ji bo ku çareseriyeke acîl ji pirsgirêkê ra were dîtin ew ê teşebusên xwe bidomînin.
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesut Barzanî jî beriya niha di daxuyaniya xwe da gotibû ku "Karê PKKê li Şingalê tuneye. Divê wir biterikînin" û sînyal dabû heke rêxistin wê derê neterikîne vebijêrkên din wê bikevin dewrê.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî gotibû: "Gelê Şingalê wê ji bo wê derê biryarê bide. PKK û rêxistinên din li wê derê nikarin li ser navê gelê Şingalê biryarê bidin û biaxivin."
Navçeya Şengalê ji Mûsilê 120 kîlometre û ji Telaferê jî 45 kîlometre dûr e û cihekî stratejîk e. PKKya rêxistina terorê ji vê derê ra derbasî aliyê Sûriyê dibe û bi YPGyiyan ra rasterast têkiliyê datîne.