Önder Beyter
23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
ANKARA
Di roja 153yemîn a Operasyona Mertalê Feratê ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) va li bakurê Sûriyê li dijî hedefên terorê berdewam e da 194 hedefên rêxistina terorê DEAŞê hatin lêdan, 65 terorîst hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya TSKyê, operasyona ku di 24ê Tebaxa 2016an da li bakurê Sûriyeyê bi armanca berterefkirina tehdîdên rêxistinên terorê, zexmkirina ewlekariya sînor û piştevaniya hêzên hevpeymanê va hatibû destpêkirin, berdewam e.
Di 153yemîn roja operasyonê da piştevaniya hemleya unsûrên muxalif a dijî terorîstên li deverê hat kirin.
Di operasyonê da 194 hedefên rêxistina terorê DEAŞê hatin lêdan, stargeh, kozik, tesîsên kontrola komutayê, beşek çek û wesayît hatin jinavbirin, beşek jê jî hatin texrîbkirin.
Di hemleya asîmanî ya Hêzên Asîmanî yên Tirkiyeyê ya dijî Bab û herêma Bzagahê ya dijî 14 hedefan da 6 baregeh, 7 stargeh û îmalatxaneyeke wesayîtên bombebarkirî hatin jinavbirin.
Dîsa di 3 hemleyên asîmanî ya hêzên hevpeymanê yên ku li herêma Tadîf, Ebû Cebar û Uweysiyehê li dijî DEAŞê hatin lidarxistin da tankek, wesayîteke çekdar, 3 wesayît û hawanek hatin jinavbirin.
Di çarçoveya operasyonê da bi roj 65 terorîstên mensûbên DEAŞê hatin kuştin.