23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li Erzirom û derdora wê îhrama ku ji hiriya pez tê çêkirin, ji bi salan e li derva li xwe dikin. Ji ber ku di salên dawîn da ciwan cil û bergên ku ji rîs tê çêkirin li xwe nakin, kincên rîsî êdî tenê cihêzên bûkan dixemilînin an jî wek dîyarî tên çêkirin.
Navenda Pîşehînkirinê ya Şaredariya Yakutiyeyê qurs vekirine û jinên ku diçin qursan li ser îhraman neqş dikin û nahêlin ev çand were jibîrkirin.
Şaredarê Yakutiyeyê Alî Korkut daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew wek şaredarî salek e dixebitin çanda îhramê neyê jibîrkirin.
Korkut got ku jin di qursên ji bo pîşeyê de li ser îhramê qenewîçe, têl şikandin û neqşên din dikin, van îhraman ji bo sindoqên cihazê û çenteyan bi kar tînin.
Korkut anî ziman ku armanca wan ewe vê pîşeyê û kevneşopiyê bidin dewamkirin û wiha axivî: "Em bi qasî 20 kesan ve xebatên baş dikin. Tiştên ku hatine çêkirin em wek diyarî didin mêvanên xwe yên ku ji dervayî welêt û bajarên din hatine. Ew jî van tiştan diecibînin û dixwazin ku em ji wan re van tiştan çêbikin. Ev ji bo aboriya herêmê jî baş e."
Ayşe Daş a ku li navenê mamoste ye jî got ku îhram cil û bergê kevneşop a Erziromê ye û wiha dewam kir: "Ji ber ku qîzên me yên ciwan êdî van cil û bergan li xwe nakin, me got gelo em van çawa bi kar bînin. Li ser vê me ev kar da destpêkirin. Em li ser îhramê neqşa Meraşê, têl şikandinê û yên din dinexşînin. Yên ku dibînin jî pir jê hez dikin."