18 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Ekîba polêsan bi piştgiriya firokeyan operasyon birin ser hin navnîşanên li Okmeydaniyê bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ekîbên Midûriya Şûbeya Hêzên Çevîk û Herekata Taybet duh êvarê çûn Okmeydaniyê. Ekîp li wir ketin avahiyeke bi navê Federasyona Ciwaniyê ya li ser Kolana Piyalepaşayê.
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de li hin navnîşanên din jî lêgerîn hat kirin.
Firokeya polêsan jî piştgirî da operasyonê û di dema operasyonê de ekîbên AFAD, îtfaiye û tenduristiyê jî amade bûn.