18 Mijdar 2017•Rojanekirin: 19 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Li Qulpa navçeya Diyarbekirê di çarçoveya operasyona dijî PKKya rêxistina terorê ya bi navê "Fatih Yeniayê leşkerê şehîd ya Bayrak-68ê" ku ev 3 roj in tê kirin da qaşo hin jê rêvebirên payebilind ên rêxistinê 16 terorîst hatin berterefkirin.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku li bakurê Qulpê di 16ê sermawezê da roja pêncşemiyê di saet ji 13.00yî bi şûn va operasyonê dest pê kir. Di çarçoveya operasyonê da li Şênê û texma Guhermiyê 2 komên terorîstan hatin tespîtkirin.
Di encama operasyona sê rojan da qaşo rêvebirên rêxistinê jî di nav da 16 mensûbên rêxistinê hatin berterefkirin û gelek cebilxane jî hatin qefaltin.