Fatih Gazioğlu
18 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
KARS
Li Sariqamîşa navçeya Qersê sermaya herî kêm di bin sifrê heta 5 pileyan daket.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin li serma hewayê ya herî kêm di bin sifrê 5 pîle hat pîvan.
Ji ber hewayê sar paceyên avahiyan û wesayîtan qeşa girt, kulîlk û giya bûn cemed.
Ji welatiyan Caner Ozcan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê got roja hewa bi tav e lê şev serma dest pê dike û wiha dewam kir:
"Şev serma di bin sifrê da heta 4-5 pileyan dikeve. Serê sibe banê gelek xaniyan dibe cemed û spî xuya dike. Camên wesayîtan bûne cemed niha em wan paqij dikin."
Ji aliyê din ve hewaya sar li ser jiyana heywanên kolanan jî tesîreke neyînî kir.