İbrahim Atmaca
05 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
ANKARA
Li Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna li ser DEAŞa rêxistina terorî da ji 20 bersûcên DEAŞê yên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hatibûn dayîn jê 12 bersûc hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat dayîn, di çarçoveya lêpirsîna li ser DEAŞê da ji bo 20 gumanbaran biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyetê operasyon kir û ji bersûcan 12 kes girtin.
Hat gotin ku operasyon "berê hat plankirin" û ji bo girtina gumanbarên din xebat didomin.
Hat daxuyandin ku gumanbarên ku hatin binçavkirin biyanî ne, xebitîne ku ji bo rêxistinê elemanan qezenc bikin û têkiliya wan bi herêmên pevçûnê ra hat tesbîtkirin.