05 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
VAN (AA) - Li Başkaleya navçeya Wanê di operasyona dijî rêxistina terorî PKKê da 6 berşik hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê li qada berpirsiyariya Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê li dijî PKKê û li dijî pêkhateya rêxistinê ya bajar û taxan operasyona "Cendirmeyê Şehîd Onbaşiyê Pispor Kemal Zeren" hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di operasyonê da 6 berşik hatin binçavkirin û wiha hat ragihandin:
"Di mala berşik û stargehên terorîstan da pergala teqemeniya destçêkirî, AK-47 tifinga piyadeyan, 4 şarjorên wê, 109 fîşeng, 3 bombeyên destan, panela enerjiya tavê, cilûberg, êlengê êrîşê, tulumê xewê, îşlikên eskerî yên havîn û zivistanê, 2 cot gore, 3 komputerên tablet, 8 wêneyên propagandayê, 2 pirtûk, 2 saetên ku tên dardakirin, 9 têlefonên mobîl, qartê hafizeyê, 3 hard dîsk, 8 SIM kart, 7 CD, 16 kasetên vîdeoyan, kasetên teyîbê, 4 hezar û 149 pakêt cixare, bêr, tevir, birek, 15 qalas, 700 gram bizmar, 3 tûpên pîknîkê, 25 mêtro qablo hatine bidestxistin."
Di daxuyaniyê da herwisa hat balkişandin ku teqemeniyeke ku bi 6 tûpên mezin ên 12 kîloyî hatiye amadekirin û li ser rê hatiye çalkirin jî li ciyê wê hat jinavbirin.