Ferizat Kaya
08 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2017
EDENE
Li Edeneyê kesên nasnameyên wan ne diyar bi çek êrîşî sê kesan kirin. Di êrîşî da 2 kes hatin kuştin kesek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyan li taxa Mûtlû kesên nasnameyên wan ne diyar bi çek êrîşî Muslum Savan, Fahrî Tan û Erkan Bakirci kirin.
Di êrîşê da Savan û Tan li cihê bûyerê mirin, Bakircî jî birîndar bû. Ekîban birîndar bi ambûlansê rakir nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku rewşa birîndar xedar e.
Li ser îxbara gel, gelek polês sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Cinaze piştî otopsiyê sewqî morga Lijneya Tipa Dadî ya Edeneyê hatin kirin.
Polês li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kir û ji bo kesên biçekan êrîş kirin bên qefaltin, dest bi xebatan kirin.