04 Tebax 2016•Rojanekirin: 05 Tebax 2016
GARY
Li Indîanaya eyaleta DYAyê jinikeke misilman ji bo hin tiştan bikire ket dikanekê lê ji ber ku pêçeya xwe venekir berî wê dan.
Sarah Safî li Garya bajarê Indîanayê ket hundirê dikanekê. Dezgehdar ji jinikê xwest ku bila pêçeya xwe û got ku heke venekî dikanê terk bike.
Jinikê ji dezgehdar re îzah kir ku ji ber baweriya xwe ev pêçe girêdaye lê dezgehter jî jê ra qala herêmê kir û ragihand ku li wan deran gelek sûc diqewimin û gelek cara dikana wî hatiye şêlandin.
Safiyê jî bûyera ku li dikanê qewimî wek vîdeo li ser hesabê xwe yê Facebookê weşand û di daxuyaniya ku da têlevizyoneke herêmî da jî xwest ku bila xwediyên dikanê jê lêborînê bixwazin.