ekîp
12 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
MUŞ
Şaredariya Milazgira navçeya Mûşê ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî cîgirşaredar lê hat peywirdarkirin, ji aliyekî va deynên berê yên rêveberiya DBPyî dide, ji aliyekî va jî xizmetên binesazî û yên sosyal dike.
Qaymeqam û Cîgirşaredarê Milazgirê Soner Kirli di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir, roja ku wan dest bi peywirê kir, wan di encama lêkolînan da kêmasî tesbît kirin û ji bo van kêmasiyan jî proje amade kirin.
Kirli diyar kir ku di vê çarçoveyê da wan serî li ÎLBANKê (Bankeya Parêzgehan) da û ji bo Projeyên Av, Kanalîzasyon û Binesaziyê daxwaza 97 milyon lireyî ku nîvê wê hîbe ye, kir.
Kirli got ku wan li 4 taxên navçeyê erd ji îmarê ra vekir û 6 kîlomêtro xeta rêya van taxan jî ewê derxin 22 kîlomêtroyan.
Herwiha Kirli bal kişand ku firehiya Kolana Bînbaşiyê Şehid Arslan Kulaksiz 5 mêtro bû û wan rê firehtir kir û derxist 20 mêtroyan.
Kirli diyar kir ku li navçeyê çêkirina tesîseke sporê hat temamkirin, xebatên çêkirina tesîsa din jî dewam dikin.
Kirli destnîşan kir ku li hewşên xwendingehan rastên sporê çêkirin û dîwarên 7 xwendingehan boyax kirin, li taxan park çêkirin, li taxên Adalar, Avşîn û Altuntaşê xebatên asfaltkirina rêyan dan destpêkirin.
Kirli got dema hatin ser wezîfeyê dîtin ku sergoyên taxekê ev 3 sal e nehatine rakirin.
Kirli got ku ji ber vê demildest xebatên paqijiyê ji serî da amade kirin û wiha pê da çû: "Hin kuçe û rê ji ber sergoyan hatibûn girtin. Zivistanê bi tenê sergoyên li navenda bajêr dihatin rakirin. Ji sergoyan meriv nikaribû têketa nav taxan. Nika sergo bi pergal tên rakirin. Em sergoyên taxên herî dûr jî radikin."