14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
ANKARA
Hişyarî hat dayîn dibe ku li bakurê Rojhilatê Anadoluyê û rojhilatê Behra Reş ewr têxin qîrçînî û baran bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da hat diyarkirin li bendê ne ku li Erzirom, Ezircan, Erdexan, Qers, Bîngol, Trabzon, Bayburt, Gumuşxane, Rîze û Artwînê baraneke gur bibare.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bira welatî ji bo lehî, av, birûsk, berq, çûyîn û hatinê bê tevdîr nemînin û baldar bin.