İlyas Gün
11 Adar 2024•Rojanekirin: 11 Adar 2024
Li Behra Reş di saet 03.10an da bi mezinahiya 4an erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD), hejeke bi mezinahiya 4an a ku navenda lerza wê peravên Behra Reş e hat qeydkirin.
Hat tesbîtkirin, erdheja ku navenda lerza wê 17,48 kîlometre dûrî Tengava Samsunê-navçeya Atakumê ye, 18,27 kîlometre di kûrahiyê da çêbû.
Li bajêr hin welatî ji ber erdhejê ji malên xwe derketin û ji bo qederekê li derva man.
Waliyê Samsunê Orhan Tavli ji peyamnêrê AAyê ra hêviya xwe ya silametiyê ya ji bo welatiyan ragihand û wiha got, "Heta niha rewşeke neyînî nehatiye tesbîtkirin. AFAD, îtfaiye, ewlekarî, cendirme û saziyên din li qadê lêkolînên xwe didomînin."