Sevim Hatun
14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
DIYARBAKIR
Der barê Parlemenetera HDPyê ya Qersê ya berê Mulkiye Bîrtaneyê de ji ber sûcê "avakirin û birêvebirina rêxistina terorê ya çekdar" ji 15 salan heta 22 sal û nîvan cezayê hepsê tê xwestin.
4emîn Dadgeha Cezayê Giran, îdianameya ji 103 rûpelan pêk tê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve hat amadekirin, qebûl kir.
Di îdianameyê de bi dorfirehî cî dan agahiyên der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya qaşo organa rêveberiyê ya PKKya rêxistina terorê ye.
Ji bo Parlemenetera HDPyê ya Qersê ya berê Mulkiye Bîrtaneyê ji ber sûcê "avakirin û birêvebirina rêxistina terorê ya çekdar" ji 15 salan heta 22 sal û nîvan cezayê hepsê tê xwestin.
Di Îdianameyê de hat diyarkirin ku KCDyê di 14ê tîrmeha 2011an de qaşo "serxwbûna" xwe îlan kiriye herwiha "beşdarî çalakiyên komî yên ji bo piştgiriya PKK/KCKya rêxistina terorê bûye, ji bo tevlîbûnên komî bang hatiye kirin."