Jiyan

Ji meteorolojiyê ji bo rojhilatê welêt hişyariya taviya giran

Fatma Sevinç Çetin  | 21.03.2024 - Rojanekırın : 22.03.2024
Ji meteorolojiyê ji bo rojhilatê welêt hişyariya taviya giran

Ankara

ANKARA (AA) - Tê texmînkirin ku li rojhilatê welêt taviyeke giran tê.

Li gorî texmîna Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, berf û barana ku tê texmînkirin li rojhilatê welêt dê îro bibare, sibê ji şefeqê pê va li Adiyeman, Tuncelî, Diyarbekir, Bidlîs, Bîngol, Batman, Sêrt, Şirnex, Hekarî û hin navçeyên Şanliurfa, Elezîz, Mûş û Mêrdînê dê bi rengekî girantir bibare.

Bi daketina pileyên germê va li cihên di ser 1200 raqimî, berf û şilope dê bibare.

Barîna berf û baranê sibê berêvarê li rojavayê welêt dê tesîra xwe sist bike, li rojhilatê herêmê jî dê heya roja înê wextê êvarê bidome.

Li hemberî rewşên neyînî yên wekî lehî, bayê gur, bager û aşîtê û her wiha astengiyên di veguhestinê da divê meriv baldar û bi tedbîr be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın