10 Îlon 2016•Rojanekirin: 11 Îlon 2016
ANKARA
Ji bo Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, Misteşarê Wezareta Karên Navxweyî Selamî Altinok hat tayînkirin.
Di jimara îro ya Rojnameya Fermî da "Biryara der heqê tayînkirina waliyan da" hat weşandin.
Li gor nivîsa Wezareta Karên Navxweyî ya di 7ê îlonê û biryara ku Lijneya Wezîran di heman tarîxê da hilda Misteşarê Wezareta Karên Navxweyî Selamî Altinok bû Midûrê Giştî yê Ewlehiyê.
Waliyê Artvînê Muhterem Înce bû Misteşarê Wezareta Karên Navxweyî, Waliyê Hatayê Ercan Topaca bû waliyê Enqereyê, Midûrê Giştî yê Îdareyên Taxî ya Wezareta Karên Navxweyî Omer Doganay bû waliyê Artvînê, Serokê Lijneya Teftîşa Mulkiyê ya Wezaretê Orhan Tavli bû waliyê Çanakkaleyê, waliyê navendê Erdal Ata bû waliyê Hatayê, waliyê navendê Hasan Îpek bû waliyê Sînopê û Alîkarê Waliyê Îzmirê Zulkif Dagli jî bû waliyê Duzceyê.
- Çar walî kişandin navendê
Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Celalettîn Lekesîz, waliyê Enqereyê Mehmet Kiliçlar, waliyê Çanakkaleyê Hamza Erkal û Waliya Sînopê Yasemîn Ozata Çeyinkaya jî kişandin navendê.