01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li bakurê Iraqê herêma Avaşîn Basyanê li dijî endamên rêxistina terorê operasyona esmanî kir û 6 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê, hat tespîtkirin ku li bakurê Iraqê herêma Avaşîn Basyanê endamên rêxistinê amadehiyan dikin ku êrîşî qereqol û baregehan bikin.
Balafirên şer 6 terorîst berteref kirin û mewziyeke dijetankan a doçkayê jî îmhe kirin.
Jetên girêdayî Fermandariya Hêzên Esmanî piştî operasyonê vegeriyan baregehên xwe.