07 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2019
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê vekişîna eskerên Amerîkî yên li Sûriyeyê da got: "Wext hat ku em ji van şerên belahewa yên bêdawî derkevin."
Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê li dû hevdu peyam weşandin û wiha got: "Kurdan li gel me şer kirin, lê ji bo ku vê bikin gelek pere û muhîmat hildan. (Kurd) Bi salan e dijî Tirkiyeyê şer dikin. Min 3 salan rê li ber vî şerî girt, lê êdî wext hat ku em ji van şerên belahewa, yên jê gelek şerên eşîran in û bêdawî ne em ji dûr bikevin û eskerên xwe bînin malê."
Trump got Amerîka ji bo 30 rojî divê li Sûriyeyê bima û wiha dewam kir: "Ev bi salan berê bû. Em man û bêyî hedefekê em di nav şer da asê man."
Trump îdia kir ku dema ew hat ser wezîfeyê "DEAŞê li herêmê "cirtik diavêt" û got jê gelek Ewropayî bi hezaran endamên DEAŞê ji bo ku bên girtin wan hewl daye û ji sedî sed ew hatine têkbirin.
Der barê DEAŞiyên hatine girtin da Trump got Ewropa wan naxwaze û dibêje Amerîka bila wan girtî xwedî bike û wiha pê da çû: "Ez jî dibêjim "Na". Me qenciyeke mezin li we kir û hûn dixwazin bi bihayeke pir zêde Amerîka wan di girtîgehên xwe da bigre. Min got ji bo ku ew bên darizandin ew yên we ne. (Ewropa) Ew dîsa wiha fikirîn ku Amerîka "ehmeq"ê li NATOyê ye û gotin "na". Emê bi tenê li cihê ku feydaya me lê heye û ji bo ku em bi ser bikevin şer bikin. Tirkiye, Ewropa, Sûriye, Îran, Iraq, Rûsya û Kurd êdî li vê rewşê û şervanên DEAŞê yên li taxa wan in, wê çareser bikin. Hemû ji DEAŞê nefret dikin û bi salan e dijmin in. Em 7 hezar mîl jê dûr in û heke bên li nêzîkî me cihekî emê dîsa DEAŞê têk bibin."