Ertuğrul Subaşı
02 Gulan 2024•Rojanekirin: 04 Gulan 2024
TBMM (AA) - Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş got: "Hêviya me ew e ku li Meclisê ji bo qanûneke bingehîn xebateke ku bi girseyeke mezin ya ku partiyên siyasî bi piranî li ser hev bikin derkeve holê û ev li Meclisê bê qebûlkirin."
Kurtulmuş serdana Koma Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) kir û bi Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari Oruç û Tuncer Bakirhan ra hevdîtinek pêk anî.
Piştî hevdîtina ku qasî 45 deqîqeyan dewam kir Kurtulmuş û Oruç daxuyanî dan rojnamevanan.
Kurtulmuş diyar kir ku di çarçoveya xebatên qanûna bingehîn ya nû da ew ê îro bi 3 partiyên ku komên wan li Meclisê hene ra danûstandinên xwe bidomînin.
Kurtulmuş anî ziman ku ew ê bi DEM Partiyê ra der barê pêvajoyê da agahiyan parve kirin û wiha axivî: "Me daxwaza xwe ya berdewamkirina vê pêvajoyê ya bi awayekî vekirî, zelal û demokratîk ji wan ra ragihand. Hevserok û serokên koman ên hêja wê bi hevalan ra mizakereyan bikin û paşê wê fikrên xwe yên der barê wê da wek partî bi raya giştî ra parve bikin. Hêviya me ew e ku li Meclisê ji bo qanûneke bingehîn xebateke ku bi girseyeke mezin ya ku partiyên siyasî bi piranî li ser hev bikin derkeve holê û ev li Meclisê bê qebûlkirin."
Numan Kurtulmuş diyar kir ku ew ê îro piştî ziyareta xwe ya dawîn daxuyaniyeke berfireh bide.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Oruç jî ji bo ziyaretê spasiya Serokê Meclisê Kurtulmuş kir û wiha got: "Wekî DEM Partî fikra me ew e ku pêdiviya Tirkiyeyê bi pêvajoya çêkirina qanûna bingehîn a demokratîk heye. Der barê vê mijarê da me daxuyaniyên curbecur jî dane. Di vê heyamê da helbet pêdivî bi paqijkirineke rê heye. Ji bo ku meriv li Tirkiyeyê pêvajoya çêkirina qanûneke bingehîn a demokratîk înşa bike, divê pêvajoya zextê ya heyî, pêvajoya nedemokratîk ji holê rabe, biryarên Qanûna Bingehîn, hukmên AÎHMyê werin sepandin û cîbicîkirin. Ev hemû ji bo me girîng in."